Li Bîsmîlê 5 kes hatin girtin

Li Bîsmîlê 5 kes hatin girtin

Li Bîsmîlê 5 kesên ku 3 roj berêhatin binçavkirin, bi îdîaya "tevlî çalakiyên dijzagonî bûne" hatin girtin.

Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê di 28'ê gulanê de polîsan bi ser gelek malan de girt û Şirîn Dînar, Vedat Baran, Aydin Onen, Şahîn Demir û Mustafa Ertukuş piştî îfade dan polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 5 kesên sewqî dozgeryê hatin kirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî der barê 5 kesan de bi îdîaya "tevlî çalakiyên dijzagonî bûne" biryara girtinê da û şand girtîgehê.