Komek ya ku tê îdîakirin gêrîlayên HPG’ê ne li navçeya Berwariya Sêrtê di ser şantiyeyek ya çêkirina rê de girtin, sê minibus û stargehekî ku karker lê diman şewitandin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, şev di demjimêrên derdora 22’an de komekî ku tê îdîakirin gêrîlayên HPG’ê ne li ser şantiyeyekî di navbera gundê Ormancik yê Wanê û navçeya Berwariya Sêrtê de ku karê çêkirina rê dikirin girtine. Li vir piştî komê hinek axivî, sê minibus û stargeheka ku karker lê diman hatin şewitandin.
Hat ragihandin ku, piştî bûyerê artêşa Tirk li herêmê operasyon daye destpê kirin.