Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk, bertekên hişk nîşanî operasyonên li dijî şaredaran pêk hat da û xwest tu kes sebra kurdan nepîvin û kurdan aciz nekin. Tûglûk, anî ziman ku gelê Kurd dixwaze azad bijî û wiha got: "Me can û xwîna xwe daye vê axê. Em tu carî tawîzan nadin têkoşîna xwe Êdî sebra gelê Kurd neceribînin. Em li hemberî we qet teslîm nabin."
Piştî li dijî şaredar û rêveberên BDP'ê yên Wan û navçeyên Wanê pêk hatin girseya ku li ber Şaredariya Wanê rûniştiye çalakiya rûniştinê berdewam dike. Bi hezaran kesên ku li ber şaredariyê kom bûne bertek jî zêde dibin. Di çalakiya rûnişitnê de Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Wanê Rafet Taş, anî ziman ku piştî wan di hilbijartina 2009'an de serkeftin bi dest xist operasyonên li dijî şaredar û rêveberên BDP'ê bê navber didomin. Pişt re, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk, jî axivî û bertekên hişk nîşanî operasyonan da. Tûglûk, xwest tu kes sebra kurdan nepîvin û kurdan aciz nekin û wiha got: "Gelê Wanê yê bi rûmet ez be bi hurmetî slav dikim. Em dîsa bi faşîzma AKP'ê re rû bi rûne. Dîsa serok û şaredarên me yên bajar û navçeyan hatin binçavkirin. Gelê Kurd dixwaze azad bijî. Me can û xwîna xwe daye vê axê. Em tu carî tawîzan nadin têkoşîna xwe Êdî sebra gelê kurd neceribînin. Em li hemberî we qet teslîm nabin."
'LI DIJÎ GELÊ KURD KOMKUJÎ TÊ MEŞANDIN'
Tûglûk, da zanîn ku bi operasyonên li ser navê "KCK"ê tên meşandin li dijî gelê Kurd komkujî tê meşandin û wiha berdewam kir: "Bi van operasyonan ji gelê kurd de dibêjin em destûr nadin we ku hûn siyasetê bikin. Rêya siyasetê li pêş kurdan digirin. Dixwazin ku em li rûmet û nasnameya xwe xwedî dernekevin. Lê bila baş zanibin ku bi van operayonên siyasî qet nikarin me biqedînin. Em nasname û azadiya xwe dixwazin. Em tu carî teslîm nabin."
Tûglûk, da zanîn ku armanc û têkoşîna wan ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştî û rûmetê çareser bibe û wiha berdewam kir: "Naxwazin em siyasetê bikin. Ji bere dibêjin li çiyê bimînin. Di şer de israr dikin. Ger ku baweriya wan ji aştiyê hebûya dê nêzî çareeriyê bibûna. Birêz Ocalan got 'Em vê pirsgirêkê di nava xwe de bi aştî û birati çareser bikin'
Lê piştî vê gotinê tecrîda li Îmraliyê girantir kirin û destê aştiyê negirtin. Di şer de israr kirin. Em jî dibêjin em nabin koleyê we û bejna xwe li ber we natewînin. Têkoşîna gelê me dê bi serkeftinê bi encam bibe. Têkoşîna me ya aştî û azadiyê dê bidome." Tûglûk, da zanin ku heta şaredar serbest bên berdan dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Wekîlê Şaredar Abdurrahman Dogar, jî axivî û anî ziman ku di dîroka komar ê de heta niha Wanê ew qas xizmetek baş nedîtiye û li hemberî vê yekê operayon hatiye lidarxistin.
LI QELQELIYÊ JÎ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN
Li Wan û navçeyên Wanê piştî polîsan bi ser malên şaredar û rêveberên BDP'ê de girtin û şaredar û rêveberên BDP'ê binçavkirin; esnafên navçeya Qelqelyê dikanên xwe girtin. Esnafên ku dikanên xwe girtin, li ber şaredariyê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Esnafên Qelqeliyê binçavkirina Şaredar Murat Durmaz şermezar kirin û dirûşmeyên "Dest nede vîna min" û "Zext me bêzar nakin", "Bimre faşizm", "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" berz kirin û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de Endamê Meclîsa Şaredariyê Fesih Duru, li vir axivî û operasyon şermezar kir.
Girsê piştî daxuyaniyê heta avahiya BDP'ê ya li ser kolana Ataturkê meş pêk anî. Komê piştî meş pêk anî belav bû.