Li ber avahiya DBP’a Erdîşê bombe hat dîtin
Li ber avahiya DBP’ê ya gelek kesên ji bo biçin taziyeyên şervanên YPG’ê û gerîlayê HPG’ê li ber kom bûn bombe hat dîtin.
Li ber avahiya DBP’ê ya gelek kesên ji bo biçin taziyeyên şervanên YPG’ê û gerîlayê HPG’ê li ber kom bûn bombe hat dîtin.
Li ber avahiya DBP’ê ya gelek kesên ji bo biçin taziyeyên şervanên YPG’ê û gerîlayê HPG’ê li ber kom bûn, bombe hat dîtin. Karkerê paqijiyê yê şaredariyê ku bombe ferq kir pêşiya karesatekê hat girtin. Kesek nasnameya wî ne diyar ku ji karkerê paqijiyê re got, “Dest nede wê biteqe” pakêt ji destê karker derxist û bilez dûr ket.
Li navçeya Erdîş a Wanê danê sibehê li kolana ku avahiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)’ê lê ye karkerê paqijiyê yê Şaredariya Erdîşê Seyîthan Saka poşeta bi awayekî taybet hatiye pakêtkirin di bin darekê de dît. Pakêta ku paşê hat fêrbûn ku bombe ye, kesekî nasnameya wî nediyar, êrîşî Saka kir pakêt ji nav destê wî derxist û bilez dûr ket. Saka diyar kir ku her danê sibehê li herêmê paqijiyê dike û got: "Serê sibehê dema min derdor paqij dikir, li bin darekî min poşeteke ku bi taybet hatiye pakêtkirin dît. Min poşet girt, min meraq girt û xwest çi têde ye binêrin. Dema min poşet vekir, kesek ji dûr ve bang kir û qîr kir, ‘Dest nede wê biteqe’ û bi ser min de hat. Poşeta di destê min de girt û bilez dûr ket."
Saka got ku di pakêtê de bombe hebû û wiha dewam kir: “Di nav de kablo, û boruyeke qewîn a hesinî hebû. Li ser gelek tişt hebûn. Min got qet cîhazeke. Dema min qutî kontrol dikir kesek xerîb, riha wî kurt û esmer bi ser min de qîr kir. Mimkun e wî kesî derdor kontrol dikir. Jixwe wî kesî piştrast kir ku bombe ye, poşeta di destê min de girt û dûr ket.”
Tê texmînkirin ku bombe ji bo li hember girseya îro ji bo taziyeya şervanê YPG’ê Fehat Bîrîmoglu (Serhed Ararat) û gerîlayê HPG’ê Murat Butun (Andok Êrîş) wê li ber avahiya DBP’a navçeyê kom biba hatiye danîn. Navçe ku ji karesatekê vegeriya, tevî ku esnafan gilî kir ku polîsan li herêmê lêkolîn nedan destpêkirin.