Li bejahiya Qelqeliyê pevçûn!

Li bejahiya Qelqeliyê pevçûn!

Pevçûnên ku li navçeya Qelqeliya Wanê heya serê sibehê dom kirin, hate îdîakirin ku di pevçûnê de gêrîlayekî HPG’ê jiyana xwe ji dest daye û cenaze li Baregeha Qidemlî Serçawiş Erkan Dûrûkan tê ragirtin.

Hate hînbûn ku, di demjimêrên 22.00’an yên şevê de li nêzî gundê Gultepe yê girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê pevçûn qewimiye. Hate diyarkirin ku, di pevçûna ku tîmên taybet jî tevlîbûyî heya demjimêrên sibehê dom kir.

Di derbarê pevçûnê de agahiyên berfireh nehatin girtin, hate îdîakirin ku gêrîlayekî HPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, hate ragihandin ku cenaze birine Qişlaya Serçawişê qidemî Erkan Dûrûkan. Nehate hînbûn ka mirî û birîndarên leşkeran hene yan na. Hêjayî gotinê ye ku heya niha HPG’ê derbarê bûyerê de daxuyaniyek nedaye.