Operasyona ku du roje li bejahiya Çelê ya Colemêrgê didome şer derket.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li ser sînorê Çelê di operasyona ku helicopter û tevgera tîmên taybet yên cendirmeyan jî tevlîbûyî de şer derket.
Hat hînbûn ku, li ser xeta sînor cih cih şer derdikevin, çapemeniya Tirkiyeyê îdîakir ku, 3 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê ev îdîa ji aliyê HPG’ê û çavkaniyên herêmî ve nehatiye piştrastkirin.