Li Bedlîsê terora cerdevanan

Li Bedlîsê terora cerdevanan

Li seriya Xîzanê li nêzê Seydava ji aliyê cerdevanan ve wesayît hatin rawestinadin û 3 kes rastî êrîşa cerdevanan hatin û rastî gefên mirinÊ hatin. Gundiyên rasî êrîşê hatin gotin ku her şev riya wan tê birîn û xerec ji wan tên girtin.

Roja pencşemê demjimêr 20.00’an de Muzafer Îleru û Ridvan Bayan jib o ku biçin gundê Seydava ya Xizana Bedlîsê di rê de ji aliyê cerdevana ve hatin rawestandin.

20 DEQEYAN LÊDAN

Koma cerdevana ku 5 kesan pêk dihat wesayît da rawestadin û Ridvan Bayan ji bo kup ê re biaxivin ji wesayîtê derdixin û piştre lê dan. Bi çekên xwe û kumlan 20 deqeyan li Bayan dan. Bayan tiştên ku jiya vegot.Bayan got ku cerdevanên gundê Seydava berê jî jib oku bibin cerdevan zext li wan kirine, lê wan qebûl nekiriye. Bayan got ku ji ber vê hertim alozî derdixistin.

5 CERDEVANÊN ÊRÎŞ PÊK ANÎ

Bayan wiha pê de çû: “Berê jî dema em diçin û dihatin em rastî bûyerên wisa dihatin. Dema em diçûn Seydava komeke cerdevanên Seydava em rawestandn. Gotin ji wesayîtê derkevin karê we heye. Çawa ku em darketin muxtarê gund Cabbar Îldenîz û yên ligel wê Ziya Îldenîz, Cumalî Îldenîz, Erhan Îldenîz û Servet Îldenîz bi çekên xwe li min dan. 20 deqeyan l imin xistin.

Muzaffer Îleru yê ku xwest pêşî li cerdevanan bigire û ji wesayîtê peya bibe, ji aliyê cerdevanan ve hate astengkirin. Îleru da zanîn ku piştî Ridvan Bayan ew jî ji wesayîtê derxistine û li wî xistine.

Îlerû da zanîn ku Ziya Îldenîz gef li wî xwariye û gotiye ger ku tu nebî cerdevan tu nekarî biçî gundê xwe.

Îleru û Bayan da zanîn ku ev riya ku ji aliyê kaçaxavanan ve pir zêde tê bikaranîn, her şev cerdevanên vî gundê wesayîtan dide sekinandin û xeracê ji wan digdire. Ýlerû destnîşan kiri ku ev yek bi salane tê kirin û rayedar jî tu titşekî nakin.