Li Bedlîsê siyasetmedarekî Kurd hate girtin

Rêveberê berê yê Rêxistina HDP’ê yê Bajêr Fîkret Bîrlîk ku li Bedlîsê hatibû binçavkirin, hate girtin.

Rêveberê berê yê Rêxistina HDP’ê yê Bajêr Fîkret Bîrlîk ku li Bedlîsê hatibû binçavkirin, hate girtin.

Rêveberê berê yê Rêxistina HDP’ê yê Bajêr Fîkret Bîrlîk û Naîm Savûncû, li navenda Bedlîsê 3 roj berê wesayîta wan hatibû sekinandin û hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr, ew anîn Edliyeya Bedlîsê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Bîrlîk bi îdîaya, “Endamê Rêxistinê Ye” hate girtin, Savûncû jî serbest hat berdan.

Bîrlîk birin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Bedlîsê.