Di rêze qezaya li ser rêya Bedlîs-Tetwanê de 1 jê giran 3 kes birîndar bûn.
Wesayîteka biplaqeya 56 AL 861 ji Norşînê ber bi Bedlîsê ve dihat û nasnameya ajovanê wê nehate zanîn, bi wesayîta biplaqeya 13 AE 087 ya di bin rêveberiya Eşref Gayrînak ku diçû Tetwanê re qelibî. Wesayîtên ku bi bandoriya lihev ketinê belavî derdor bûn, bi 4 wesayîtên din yên di wê demê de li ser rê bûn ketin. Ji ber sedema qezayê demek dirêj rê ji trafîkê re hate girtin. Avahiya Xizmetê ya Serwîsa Lezgîn ya Bedlîs 112 ku 3 kîlometre nêzî cihê qezayê bû, ji ber ku ambûlans nîv demjimêr dereng hatin cihê qezayê bû sedema bertekan.
Qezaya ku ajovan Eşref Gayrînak jî di nav de 3 kesên birîndar bûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.
Hat hînbûn ku, wesayîta biplaqeya 56 AL 861 bûye sedemê qezayê , ajovan li ser wesayîtê bi xew re çûye û çûye milê din yê rê. Hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.