Di qezaya trafîkê yê navbera navçeyên Xêlat û Elcewazê yên Bedlîsê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, di 6’mîn kîlometreya navbera navçeyên Xêlat û Elcewazê de du otomobîlên plaqeyên 21 TA 144 û 13 EA 504 li hev ketin. Di qezayê de Dûygû Kahraman, Mehmet Karakûş, Sevîm Karakûş û Omer Gokbûlak jiyana xwe ji dest dan. Ahmet Karakûş, Faris Karakûş, Esma Karakûş û kesekî navê wî nehate zanîn birîndar bûn. Hat diyarkirin ku malbata Karakûş qeytkiriyê şêniya Êlihê ye, her wiha hate hînbûn ku, birîndar rakirine nexweşxaneyên nêzîkî navçeyê.