Îro li Bedlîsê di encama qezaya trafîkê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Di demjimêrên nîvro de li nêzî avahiyên TOKÎ li ser rêya Bedlîs-Tetwanê, di encama teqîna tekereya mînîbusa biplaqeya KV 028, li TIR’a biplaqeya 35 R 2040 ya ji aliyê din ve dihat qelipî. Jina binavê Herdem Altintaş ya di mînîbusê de jiyana xwe jidest da. Metîn Altintaş, Îzzet Erol, Yazgul Altintaş û Yahya Erol yên birîndar jî rakirin Nexweşxaneye Dewletê ya Bedlîsê.