Li Bedlîsê kontrayan êrîşê zarokan kirin

Li Bedlîsê kontrayan êrîşê zarokan kirin

Li bejahiya Bedlîsê komek kontra ku kincên gerîlayan li xwe kiribûn, tundî li hemberî 4 zarokan bi kar anîn û heqaret li wan kirin. Di hefteya borî de jî, komek gundiyan li rastî gef û heqaretên vê koma kontr-gerîlayan hatibûn.

Di van rojên dawiyê de li komek kontra bi awayê komên du an jî çar kesî li derdora Geliyê Şêx Cima yê ku gundên Kanadere, Şêx Cima, Dûrhan Şen, Dereç, Kilyat, Qasrik, Şatek Kaskar, Tuto, Hevinîs û Lerdê lê ne, digerin.

Hat ragihandin ku duh, dema çar zarokên ji gundê Kanahdere yê girêdayî navenda Bedlîsê ji bo girtina masiyan çûn ser robarê di navbera gundên Havinîs û Lerdê de, li rastî gef û heqaretên 4 kontrayên ku kincên gerîlayan li xwe kiribûn hatin.

Zarok, piştî serbest hatin berdan gotin ku kontrayan gef li wan xwarine û heqaret li wan kirine. Zarokan dan diyarkirin ku piştî ew serbest hatine berdan her çar kes li ser rêya gundê Lerdê li wesayîtekê siwar bûne.

Heftey borî jî, bûyerek weke vê li derd ora gundên Hurmuz û Tûtoyê qewimîbû. Koma gundiyan a ku ji bo berhevkirina daran çûbû Şêx Amarê, li rastî gef û heqaretên komek kesên ku kincên gerîlayan li xwe kiribûn hatin. Gundiyan gotin ku ev kesan e, kontran e û kincên gerîlayan li xwe kirine.

DIJMINÊ ZAROKAN: DEWLET

Weke her nivşên civakê, zarok jî bûn hedefa êrîş û zextên rejîma AKP’ê. Heta niha 2 hezar û 300 zarokên ku piraniya wan Kurd in di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Li gorî rapora ÎHD’ê ji sala 2002 ve ango di serdema AKP’ê de 170 zarokên ku piraniya wan Kurd bûn ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin.

Herî dawî, di 6’ê hezîranê de, li navçeya Gever a Colemêrgê de di encama terora polîsên Tirk de zarokê Kurd ê bi nave Ozgur Taşar jiyana xwe ji dest da.