Kiryarên kontr-gerîlla yên li Bedlîsê her ku diçe zêdetir dibin û di her carekê de zarok dikin hedef. Li komek kontra li ser rêya bejahî ji wesayîtek rawestandine û li zarokên 8-12 sal xistine. Hat diyarkirin ku gef li keyayek gund xwarine ku bibe cerdevan.
Zarokên ku duh êvarê, bi wesayîta bi plakaya 13 AD 512 ji bo dersa olî ji gundê Kîlyat ku 39 metre ji navenda Bedlîsê dûr e, diçûn navçeya Tîllo ya Sêrtê, li nêzî pira Kasirk, di rê de ji aliyê komek kontra ve hatin rawestandin.
Di minîbusê de tevî keyayê gundê Kîlyat, ajotkar û zarokên di 8-12 salî 14 kes hebûn. Kontrayan wesayîtê rawestadin û wana li erdê dan razandin. Hat diyarkirin ku li 5 zarokan xistin û gef li keyayê gundê Kîlyat xwarine ku bibe cerdevan. Gundiyan bi telefonê agahî da qereqolê, qereqolê got ku ew ê pêre mijûl bibin, lê di wê demê de şebekeya telefonê qut bû.
BERÊ JÎ ÊRÎŞÊ ZAROKAN KIRIBÛN
Herî dawî di hefteya yekem a hezîranê de li bejahiya Bedlîsê komek kontra ku kincên gerîlayan li xwe kiribûn, tundî li hemberî 4 zarokan bi kar anîn û heqaret li wan kirin. Di hefteya borî de jî, komek gundiyan li rastî gef û heqaretên vê koma kontr-gerîlayan hatibûn. Komek kontra bi awayê komên du an jî çar kesî li derdora Geliyê Şêx Cima yê ku gundên Kanadere, Şêx Cima, Dûrhan Şen, Dereç, Kilyat, Qasrik, Şatek Kaskar, Tuto, Hevinîs û Lerdê lê ne, digerin.
Hat ragihandin ku di 6’ê hezîranê de, dema çar zarokên ji gundê Kanahdere yê girêdayî navenda Bedlîsê ji bo girtina masiyan çûn ser robarê di navbera gundên Havinîs û Lerdê de, li rastî gef û heqaretên 4 kontrayên ku kincên gerîlayan li xwe kiribûn hatin.
Zarok, piştî serbest hatin berdan gotin ku kontrayan gef li wan xwarine û heqaret li wan kirine. Zarokan dan diyarkirin ku piştî ew serbest hatine berdan her çar kes li ser rêya gundê Lerdê li wesayîtekê siwar bûne.
Heftey borî jî, bûyerek weke vê li derd ora gundên Hurmuz û Tûtoyê qewimîbû. Koma gundiyan a ku ji bo berhevkirina daran çûbû Şêx Amarê, li rastî gef û heqaretên komek kesên ku kincên gerîlayan li xwe kiribûn hatin. Gundiyan gotin ku ev kesan e, kontran e û kincên gerîlayan li xwe kirine.
DIJMINÊ ZAROKAN: DEWLET
Weke her nivşên civakê, zarok jî bûn hedefa êrîş û zextên rejîma AKP’ê. Heta niha 2 hezar û 300 zarokên ku piraniya wan Kurd in di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Li gorî rapora ÎHD’ê ji sala 2002 ve ango di serdema AKP’ê de 170 zarokên ku piraniya wan Kurd bûn ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin.
Herî dawî, di 6’ê hezîranê de, li navçeya Gever a Colemêrgê de di encama terora polîsên Tirk de zarokê Kurd ê bi nave Ozgur Taşar jiyana xwe ji dest da.