Li Bedlîsê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî

Li Bedlîsê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî

Li navçeya Tetwana Bedlîsê ji ber sedemekî nehate zanîn, di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî rû da û 2 jê giran bigiştî 40 kes birîndar bûn.

Li navçeya Tetwana Bedlîsê ji ber sedemekî nehate zanîn, di navbera du malbatan de pevçûn derket. Pevçûna di navbera malbatên Babayî û Kaktusan de vegerî pevçûna çekdarî. Di bûyera ku 6 kes bi çekê birîndar bûyîn de 2 jê giran bigiştî 40 kes birîndar bûn. Di bûyera ku her du aliyan jî çek kişandin de polîs ketin navberê. Li bajar rageşî didome.

40 kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.