Li Bedlîsê 9 jê xwendekar bi giştî 11 kes hatin binçavkirin

Li Bedlîsê 9 jê xwendekar bi giştî 11 kes hatin binçavkirin

Li Bedlîsê bi talîmata dozgerekê rayeya taybet a rejîma AKP’ê, bi ser mal û yurdên xwendekaran de hatin gitin û 9 xwendekarên zanîngehê, mamosteyek û karkerek hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatine girtindi çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê dozgerê rayeya taybet ya 2’emîn Dadgeha Cezaya giran a Wanê ve li Bedlîsê vê sibê bi ser mal û yurdên xwendekaran de hatiye girtin.

Di serdegirtinan de Mutalîp Gunay, Şahîn Ozelîn, Huseyîn Tarman, Mehmet Şahîn û Mehmet Nur Zembur û her wiha Berîvan, Ayşe, Îsmaîl û Volkan ku paşnavê wan nayê zanîn hatin binçavkirin û birin Wanê.

Her wiha Caner Ozbayê ku li Mala Pişgtiriya Perwerdehiyê ya Norşînê mamoste bû jî li Nisêbînê hate binçavkirin û birin Wanê. Di operasyona Bedlîsê de karekerekî bi navê Ensarî Yalçinkaya hate binçavkirin.

Di sala 2002’an de piştî ku AK bû îktîdar li hemberÎ hemû aliyên muhalîf û xwendekaran şer da dset pêkirin. Niha 700 xwendekarên zanîngehê û hezar û 500 xwendekarên lîseyê girtîne.