Hate ragihandin ku, li Bedlîsê gêrîlayên HPG’ê li ser rêya Tetwan-Wanê agir berdaye 6 tir û kargoyekê.
Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê li derdora demjimêrên 21’an de rêya di navbera gundên Kaynarca û Yelkenlî de ji trafîkê re girtin. Gêrîlayên ku rêwiyên di wesayîtan de anîn xwar kontrola nasnameyan kirin. gêrîlayên ku 6 tir û kargoyekî rawestandin û şewitandin, piştî ku ji gel re hinek axivîn ji cihê bûyerê dûrketin.