Li navçeya Agirî Bazîdê, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girseya gel xwest rêya Îranê bigire, lê belê leşkerên Tirk êrîşî gel kirin. Gel nerazîbûn nîşanî êrîşa leşkeran da.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku şêniyên Bazîdê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin di 12'ê Tîrmehê de rêya Bazîd-Îranê li çûn û hatinê bigirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên Tirk êrîşî gel kirine û li ser vê yekê di navbera gel û leşkeran pevçûn derketiye.
Hat ragihandin ku leşkerên Tirk bi fîşekên rastî êrîşî gel kirine, gel jî ji bo xwe biparêze li çend cihan gule berdaye leşkerên Tirk û ji leşkerên Tirk mirî û birîndar hene.
Li gorî agahiyan, leşkerên Tirk piştî vê bûyerê bi hinceta ewlekariyê rêyên ber bi Bazîdê ve girtin û şêniyekî navçeyê birîndar kirin.
Hat gotin ku birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa aloz a li navçeyê dewam dike. Her wiha hat ragihandin ku mirovên dixwazin biçin navçeyê jî wesayîtên wan tên sekinandin û desteserkirin.