Li Bazîdê lehî rabû: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Li Bazîdê lehî rabû: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Di encama lehiya li navçeya Bazida Agiriyê rabû de gelek mal hilweşiyan, zarokek jiyana xwe jidest da û 3 zarokên din jî birîndar bûn.

Li navçeya Bazida Agiriyê piştî nîvro ji ber gijlok û barana zêde lehî rabû. Ji ber lehiyê li taxên Buyuk Agri, Îshak Paşa, Ehmedê Xanî û Uluyolê gelek mal hilweşiyan.

Ji 4 zarokên ku ber lehiyê ketin Sevcan Tanrikulu (8) jiyana xwe ji dest da. Ji heman malbatê Sîbel, Omer û Yusuf Tanrikulu jî bi birîndarî hatin rizgarkirin. Piştî lehiyê ekîbên şaredariyê ketin nava tevgerê û xebatên tespîtkirina zererê kirin. Şaredariya Îdirê jî 2 wesayîtên kişandina avê rêkirin Bazidê.