Li navçeya Bazida Agiriyê ji ber baran û gijloka zêde lehî rabû. Di lehiyê de gelek mal xirab bûn û 4 zarok jî winda bûn.
Li navçeya Bazida Agiriyê piştî nîvro ji ber baran û gijloka zêde bariyayî lehî rabû. Ji ber lehiyê gelek malên li taxa Agirî, Îshak Paşa, Ehmedî Xanî û Uluyolê xira bûn. Dîsa ji ber lehiyê 4 zarok winda bûn. Piştî lehiyê yekîneyên şaredariyê li hemû taxan xebat dan destpêkirin.