8 kesên tevî Wekîlê Şaredara Bazîdê Alî Sogut jî hene yên di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin veguhestin edliyeyê.
Wekîlê Şaredara Bazîdê Alî Sogut, Midûrê Karên Avê yê Şaredariya Bazîdê Yusuf Sogut, Nûnerê TUHAYD-DER'ê yê Bazîdê Ahmet Kaya, Orhan Ebren, Yakup Guven, Şah Îsmaîl Gultekîn, Abbas Karataş û Zekî Yildiz ên ku 4 roj berê li Bazîdê di encama serdagirtina malan de hatin binçavkirin piştî karên li Midûriyeta Polîsan a Agiriyê sewqî Edliyeya Bazîdê hatin kirin. Karûbarên îfadeyan ên 8 kesan li dozgeriyê berdewam dikin.
Ji 16 kesên di heman operasyonê de hatin binçavkirin duh jê 8 kes derxistibûn dadgehê û bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin.