Li Bazîdê 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Li Bazîdê 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di encama pevçûna li bejahiya navçeya Bazîda Agiriyê qewimî de 3 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di vê pevçûnê de 4 leşkerên Tirk jî hatine kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê pevçûnê de daxuyaniyek da û ragihand ku 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, 4 leşkerên Tirk jî hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 8'ê Tîrmehê de di saet 15.30'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî herêma Teperriziyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên heta saet 19.30'an de berdewam kiî de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Herweha di vê pevçûnê de 3 gerîlayên me jî bi lehengî li şer kirine û gihîştine şahadetê. Piştî pevçûna li herêmê ji aliyê helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî hatiye bombekirin.

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane:

-Mehmet Cemîl Oztur, bi nasnavê Rojhat Agirî, cihê jidayikbûnê: Tutax, Agirî

-Emrah Boztaş, bi nasnavê Hemze Serhat, cihê jidayikbûnê: Kaxizman, Qers

-Kemal Ermekan, bi nasnavê Şervan Agirî, cihê jidayikbûnê: Gundê Şoraxil, Maku