Li Bazîdê 15 kes hatin girtin

Li Bazîdê 15 kes hatin girtin

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê piştî duh 8 kes hatin girtin îro jî 7 kesên din hatin girtin. Li Bazîdê duh û îro hêjmara kesên hatin girtin di navde Wekîlê Şaredarê Bazîdê Alî Sogut jî di nav de gihişt 15 kesan.

Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê 3 roj berê di serdegirtina malan de 16 kes hatibûn binçkirin. Ji 16 kesan duh 8 kes hatibûn girtin. Îro jî Wekîlê Şaredara Bazîdê Alî Sogut, Midûrê Karê Avê yê Şaredariyê Yusuf Sogut, Nûnerê TUHAYD-DER'ê Ahmet Kaya, Orhan Ebren, Yakup Guven, Şah Îsmail Gultekin, Zekî Yildiz û Abbas Karataş tbi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hate kirin. Heyeta dadgehê jî Zekî Yildiz serbest berda û 7 kes jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" girtin û şandin girtîgehê. Duh jî 8 kes hatibûn girtin û hêjmara kesên di 2 rojan de hatin girtin derket 15 kesan.

Di 7'ê Pûşberê de li Wan û navçeyên wê de operasyonek hatibû lidarxistin û di encamê de di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî hebû 14 kes hatibû binçavkirin. Duh 6 kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin û Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê berê ya BDP'a Wanê û parêzerê Buroya Hiqûqa Asrin Prz. Cuneyt Canîş û Şaredarê berê ya Elbakê yê ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ji kar hatibû girtin Îhsan Guler ji aliyê dadgehê hatibû girtin.

Di 10’ê pûşperê de jî Serokê BDP'a Navçeya Bêgirê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şanedarê Qelqeliyê Mûrat Dûrmaz, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Elbakê û endamê KCD'ê Dervîş Polat, Şaredarê Artemêtan Abdûlkerîm Sayan, Serokê BDP'a Navçeya Çildêranê Metîn Adûgît, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Erdîşê Velî Avci û Serokê BDP'a Navçeya Qelqeliyê Yakûp Almaç îro sewqî edliyeyê kirin. 7 kesên ku îfade dan dozgeriyê, bi angaşta 'Endamên rêxistinê ne' û bi daxwaza bên girtin sewqî Dadgeriya Nobedar a Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatin kirin. 7 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin piştî îfadedayîna ku nêzî nîv seat dom kir bi hinceta "Ji ber çalakiyên partiyên siyasî û yên rêxistinî taybetmendiya piranî û berdewamî dihewîne" bi angaşta "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Hate zanîn ku ji bo girtinan îfadeyên şahîdên nepen û hevdîtinên telefonan wekî delîl hatine nîşandin. Her wiha hate zanîn ku Şaredarê Artemêtan Abdûlkerîm Sayan parastin nekiriye.