Li Başûrê Kurdistanê karmendên tendurustiyê di grevê de ne

Li Başûrê Kurdistanê karmendên tendurustiyê di grevê de ne

Li Herêma Kurdistanê karmendên tendurustiyê ji bo daxwazên xwe bigehînin hikûmetê îro çalakiya rûniştinê pêkanîn û ne çûn ser kar. Karmendan diyar kirin ku beriya niha hin daxwazên wan ji parlementoyê hebûye lê belê ev daxwaz bi bihaneya di bûtçeya herêmê de nehatiye erêkirin bicîh nehatiye, ji lewra ew vê çalakiyê pêk tînin.

Îro li Hewlêr, Silêmaniyê û Germiyan karmendên tendurustiyê yên nexweşxaneyan çalakiya berdana kar û rûniştinê pêk anîn. Karmend li ber deriyê nexweşxaneyan rawestyan û neçûn ser kar. Karmendan diyar kirin ku beriya niha ji bo başkirina şert û mercên kar û xebatan û her wiha ji bo parastina mafên wan hin daxwazî arasteyê hukumeta herêmê kirine lê belê bi bahaneya ku di butçeya herêmê de ev yek nehatiye pesend kirin daxwaziyên wan bi cîh nehatine.

Nûnerê sendikaya karmendên tendurustiyê yê Silêmaniyê Ata Şêx Mihemed diyar kir ku wan di 23 Hezîranê de daxwaznameyek ji 29 xalan pêktê şandiye ji hukumetê re lê belê daxwazên wan bê bersiv mane. Şêx Mihemed got; “Bi bihaneya ku di butçeya herêmê de nehatiye pesend kirin daxwazên me bi cîh nehatin. Ji ber vê yekê jî me biryar da ku weke karmendên tendurustiyê em ji Kifrî heya Zaxo vê çalakiyê pêk bînin. Dema çalakiya me vekiriye û heya daxwazên me bi cîh neyên wê çalakî berdewam bin. Em dizanin ku gel di vê mijarê de hesas e. Divê gelê me jî bizane ku ev çalakiya me ne li dijî wan e. Lê ji bo başkirina şert û mercên xebatên me û her wiha ji bo parastina mafên me em vê çalakiyê di cîh de dibînin”.

Nûnerê sendikaya karmendên tendururstiyê yê Germiyanê Ednan Mihemed Qadir jî da xuyakirin ku heya hukumeta herêmê guh li daxwazên wan negire ewê çalakiya xwe berdewam bikin. Qadir got; “Me daxwazên xwe beriya niha bi awayek fermî ragehandiye berpirsên hukumetê. Di civîna desteya bilid a karmendan de Wezîrê Tendurustiyê û Wezîrê Darayî li ser van daxwazên me riza nîşandabûn. Lê belê ev daxwazên me bi cîh nehatin”.

Çend daxwazên sereke yên karmendên tendurustiyê ev in. karmend dixwazin ku heqdestên wan bê zêdekirin, di demên derveyî kar de heqdesta mesaiyê ji wan re bê dayîn, li hember erk û berpirsiyariyên wan rêz bê girtin, li herêmê servîsên mudaxeleya acîl bên zêdekirin, derfetên wan hebin ku bikarin biçin derveyî welat û stajê bibînin.