Li Başûr zextên li ser Êzidiyan hatin şermezarkirin

Li Başûr zextên li ser Êzidiyan hatin şermezarkirin

Rêxistina Mafê Mirovan ya Hemmûrabî ku li Iraqê yek jî saziyên mafê mirovan ya herî bibandore, li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên mafan yên li hember Êzidiyan şermezarkir.

Saziyê bilêv kir ku, Kurdên Êzidî yên li Şengal û derdora wê jiyan dikin, ji ber muameleya xirap ya hêzên pêşmerge gelek gilî tên saziya me. Her wiha saziyê bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî jî kir ku, xwest ku di dema lêpirsînê de rêveberiya sivîl bikarbîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, yekîneyên taybet yên artêşa Iraqê jî li ser kêmenetewên Êzidiyan zextan dikin û bang li hikumeta Iraqê jî kir ku, di derbarê mijarê de tedbîran bigire.

Ev demeke di navbera qismek Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê dijîn û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê de rageşiyek tê jiyan kirin. Herî dawî yek ji endamê Rêxistina Mafê Mirovan ya Êzidiyan bêy ku biryara dadgehê hebe hate girtin, rageşiya li herêmê bilindtir kir.