Piştî ku bûtçeya salane ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî ve hat qebûlkirin, li Silêmaniyê ji aliyê rewşembîr, oldar û mamosteyan ve hate protestokirin.
Roja pênçşemê li bajarê Silêmaniyê komek xwepêşandêr kom bûn û dirûşiên “Hilweşee desthilatî”, “ji bo gundên li ser sînor butçe,” “ji bo gundên bûne qurbanê hevkariya Tirk û Farsan bûtçe” û bi pankartan daxwazên xwe vegotin. Xwepêşandan bi ewlehiyek berfireh a ji aliyê polîsan ve bi awayek bê bê pirsgirêk bi dawî bû.
Tevî Silêmaniyê, li herêma Germiyan, navçeyên Helepçe û Ranyayê bi heman armancê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Parlementera Tevgera Goran Kwêstan Mihemed jî beşdarî xwepêşandanê bû û diyar kir ku wana bang li parlementerên lîsta xwe kiriye ku li hemberî vê yekê derbikin û got; “Lê mixabin peywira xwe bi cih neanîne”.