Artêşa Tirk herêma sînor ya navçeya Şemzînana Colemêrgê da ber topan. Ji erdê û esmana ve leşker veguhestin herêm operasyonê.
Êrîşa topan ya artêşa Tirk li dijî çiyayê Goman ya navçeya Şemzînanê duh şev jî dom kir. Ji Tabûra Ewlekariya Navxweyî ya Rûbarokê û Qereqola Giranê top avêtin herêmên Basyan û yên sînor. Hat diyarkirin ku, ji ber sedema topbaranê gelê herêmê pir bifikarin. Hat hîn ku, ji qereqola Aktutunê jî herêmên Basyan û Çarçelan dane ber topan.
Li aliyê din, di demjimêrê siharê de liv û tevgera helîkopteran didome, her wiha ji erdê û asîmana veguhestina leşkerî pêkhat.