Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên boykotê bi tevlîbûnên nû didome
Memûrên li Başûrê Kurdistanê ji ber qrîza aborî nikarin mûçeyên xwe bigirin, çalakiyên boykotê yên li Germiyan û Helepçeyê ji nû ve dan destpêkirin didomînin.
Memûrên li Başûrê Kurdistanê ji ber qrîza aborî nikarin mûçeyên xwe bigirin, çalakiyên boykotê yên li Germiyan û Helepçeyê ji nû ve dan destpêkirin didomînin.

Memûrên li Başûrê Kurdistanê ji ber qrîza aborî nikarin mûçeyên xwe bigirin, çalakiyên boykotê yên li Germiyan û Helepçeyê ji nû ve dan destpêkirin didomînin.
Memûrên navçeyên Kelar, Kîfrî, Rizgarî, Seyyît Qadir û Derbendîxan û yên Helepçeyê ji ber mûçeyên wan nayê dayîn, 10’ê Çileyê dest bi çalakiya boykotê kirin. Memûrên li Silêmanî û Çemçemal, Soran û Balakatî diyar kirin ku ji ber ev 4 meh in mûçeyên wan nadin wan dest bi çalakiya boykotê kirine.
LI HEMBERÎ BIRYARA KÊMKIRINA MÛÇEYAN BERTEK
Memûr û xebatkar, girêdayî qrîza aborî ya li Başûrê Kurdistaê ev 4 meh in nikarin mûçeyên xwe bigirin. Ji ber vê jî memûran dest bi çalakiya boykotê kirin. Memûran li hember biryara hikûmeta herêmê ya “nîvê mûçeyan wê bê dayîn an jî çiqas petrol bê firotin wê ewqas mûçe bê dayîn” bertek nîşan dan. Memûran dan xuyakirin ku vê biryarê qebûl nakin, daxwaz kirin ku tevahî mûçeyên xwe bigirin. Memûran anîn ziman ku eger nîvê mûçeyên wan bê dayîn wê nikaribin dravê malê jî bidin, diyar kirin ku bi vî şêwazî domandina jiyanê wê zehmet be.
YEKÎTIYA MAMOSTAYAN: EM LI DIJÎ BIRYARÊ NE
Yekîtiya Mamosteyên Silêmanî têkîldarî nedana mûçeyan daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniya mamosteyan de hat diyarkirin ku wê sibehê li navenda xwe ya giştî ya li Silêmanî bi tevlîbûna tevahî endamên rêveberiyê ve civînê li dar bixin û di vê civînê de wê biçin boykotê an na, nîqaş bikin. Bi zimanekî teqez li dijî biryara nîvkirina mûçeyan derketin. Mamosteyan ragihandin ku nûçeyên wek bi rayedarên Wezareta Aborî re hevdîtin pêk anîne rastiyê îfade nakin, bal kişandin ku bi ti şêwazî têkîliyên wan çênebûne.
TEVGERA GORAN PIŞTGIRÎ DA
Tevgera Goran daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku piştgiriya çalakiya memûrên ku mûçeyên wan nayên dayîn dikin.
Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî got polîtîkayên aboriyê yên çewt ên hikûmetê bûne sedema qrîzek kûr, wiha dewam kir: “Ji ber qrîza aborî ya didome û ne xema hikûmetê ye, em wek Tevgera Goran diyar dikin ku piştgiriya çalakiya boykotê ya memûrên ku ev 4 meh in mûçeyên xwe negirtine dikin. Ji bo memûr mafê xwe bigirin û gel ji vê qrîza aborî rizgar bibe, em dûbare dikin ku li dijî neheqan em ê li gel mafdaran bin.”