Di 14’ê Tebaxê de li Belayên gundê Belekatê ji aliyê Meclîsa Hemwelatiya Azad û Yeksan ya Binarê Qendîlê xwarina fitarê hate dayîn. Şêniyên ku beşdar bûne ji hemû gundên Beleyen tevlî xwerina fitarê bûn.
Her wiha zarok û jin jî beşdar bûn. Piştî ku şêniyên herêmê xwarina fitarê bi dawî bû endamê meclîsa hemwelatiya azad ya binarê Qendîlê memoste Serbaz Ehmed axivî û balkişand ser rewşa siyasî ya herêma Rojhelata Navîn û guhertinên ku roja îro di herêm û Kurdistanê de diqewime û wiha got: “Herêm di roja îro de di nava guhertin û veguhertinên cidî de ne. Ji ber vê di herêmê de hêza sereke û bi hêz gelê kurd e. Ji ber vê em dikarin bêjin ku azadiya gelê kurd wê bi yekîtiyê pêk were.”
Memoste Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ya ku salek li pey xwe hîştiye û wiha axivî: “ Ger di roja îro de ewqas tecrîd li ser rêberê me giran bibe, sedema vê binkeftina pergala desthilatdar e. Lê têkoşîna ku îro derketiye holê vê yekê pir eşkere îfade dike ku gelê kurd bi rêberê xwe ve girêdayî ye û her kêliyeke tecrîdkirî li ser rêberê gelê kurd weke tecrîda li ser netewa kurd dibîne. Ji ber vê duruşmeya ‘bê serok jiyan nabe’ êdî di hişê gelê kurd de bûye felsefeya jiyanê.” Her wiha memoste Ehmed bi wesîleya vê rojê careke din tecrîda li ser rêberê gelê kurd nelet û şermezar kir.
Her wiha Memosete Ehmed bal kişand ser berxwedana ku îro ji aliyê gerîlayan ve li Şemzînanê bi rêve diçe û wiha got: “ Berxwedaniya ku îro pêşdikeve berxwedaniyeke ne ji rêzê ye. Her wiha binketina dewleta tirk ji her alî de îfade dike. Ji ber vê em îro dibînin ku hikumeta AKP tenê ji bo binkeftina xwe veşêre hemû rêbazên şerê taybet bi kar tîne û ketiye nava liv û tevgerê ji bo ku vê berxwedaniyê lewaz bixe. Lê rastiya dîrokî ya derketiye holê bi tu rêbaz û îtîfaqan wê neyê şikandin. Ji ber ev serkeftin dîrokî ye û xwe dispêre guleya yekem ya ku bi rêbertiya hevalê Egîd de di 15’ê Tebaxê de hatiye teqandin. Lewma em bi wesîla vê rojê fermandarê mezin hevalê Egîd û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û berjina xwe li ber wan ditewînin”
Memoste Ehmed di berdewamiya gotinên xwe de bi taybetî li ser destkeftên gelê kurd ya li Başûr Rojavayê Kurdistanê rawestiya û wiha berdewam kir: “Piştî salên dirêj ji têkoşîna azadiya gelê kurd, îro em dibîn ku gelê kurd di herêmê de dibe xwedî hêz. Destkeftên gelê me bi riya yekîtiya netewî îro derketiye holê ji ber vê pêwîste gelê me jî li başûrê Kurdistan de bi çalakî û alîkariyê piştgiriya gelê em yên başûrê Rojava bikin. Û divê gelê me di vê meha remezana pîroz de hemû alîkarî û zekata xwe ji bo gelê me yên Başûr Rojavayê Kurdistanê bişînin, ji ber ev alîkarî ne tenê erkeke netewî ye, di heman demê de ola îslamê jî vê yekê ji me dixwaze.”