Li Bakûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî didomin

Li Bakûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî didomin

Operasyonên leşkerê yên li Mêrdîn, Amed, Şirnex, Dêrsim û Sêrtê hatibû destpêkirin didomin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin operasyonên leşkerê yên li navçe û bajarên herêmê hatibû destpêkirin didomin. Hate ragihandin ku di serî de li Mêrdîn, Amed, Şirnex, Dêrsim û Sêrtê gelek cihan operasyon didomin.

Operasyon herî zêde li navçeyên Lîce û Pasûra Amedê, Mêrdîn, Çiyayên Cûdî, Herekol û Herêma Bestlera Şirnexê û herêma Dihê ya Sêrtê tê meşandin. Hate zanîn ku hejmarekî mezin leşker beşdarî operasyonan dibin û tevgera helîkopteran li herêmê zêde bûye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê operasyona li Xozatê de jî got; “4. Di 3'ê Tîrmehê de li navçeya Xozata Dersimê li dijî herêmên Axdere, Koru, Dagmezra û Sarisaltik ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”