Li Bagokê angaşta bikaranîna çekên kîmyewî

Hemwelatiyên cenazeyên 4 HPG'yiyên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayîn girtin, ji ber şewitîn û xwirîna difn û çavên xwe bê bêhaliyê çûn doxtor. Her wiha bi heman sedema li destên gundiyên cenaze rakirin jî kulik derketin.

Hemwelatiyên cenazeyên 4 HPG'yiyên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayîn girtin, ji ber şewitîn û xwirîna difn û çavên xwe bê bêhaliyê çûn doxtor. Her wiha bi heman sedema li destên gundiyên cenaze rakirin jî kulik derketin. Nexweşiyên ligel welatiyan çêbûne bûn sedema angaşta bikaranîna madeyên kîmyewî.  

Li çoltera çiyayê Bagokê yê li Nisêbîna Mêrdînê balefirên şer ên dewleta Tirk bomberdûman pêk anîbû û di encamê de 4 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Li ser agahdarkirina şivanekî, komek welatiyan ji bo girtina cenazeyan çû herêma ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve mîna 'herêma taybet a ewlehiyê' hatiye îlankirin. Welatiyên cenaze girtin û vegeriyan bi sedema şewitîn û xwirîna difn û çavên xwe bê bêhaliyê neçar man çûn doxtor. 

'RENGÊ AX Û KEVIRAN GUHERÎ BÛ' 

Ji welatiyên çûyî Bagokê, Endamê Meclisa Şaredariyê ya Nisêbînê Şefîk Duman derbarê mijarê de agahî dan. Duman da zanîn ku di encama lêgerînê de 4 cenaze peyda kirine û wiha axivî: "Li cihê bomberdûmanê rengê axê û keviran guherî bû. Me cenaze girtin û em vegeriyan. Lê, piştre me xwe bêhal hîs kir. Çav û difna me şewitîn û xwiriyan. Li ser vê yekê ez çûm doxtor. Doxtor jî diyar kir ku şikayetên min ji ber madeyên kîmyewî derketine holê û dermanên alerjiyê dan min. Dermanek bi navê Allerest da min. Tedawî didome. Divê ez cardin biçim kontrolê. Li herêmê madeyên kîmyewî hatin bikaranîn. Ji rewşa me ev xuya ye."

'LI DESTÊN GUNDIYAN KULÎLK DERKETIN' 

Li ser mijarê Duman da zanîn ku gundiyên li herêmê jî alîkariya wan kiriye û ev tişt gotin: "Li destên gundiyên ku cenaze rakirine jî kulik derketin. Gundiyan da zanîn ku pêşiyê destên  wan xwiriyan e û şewitîne û girêdayî vê kulik derketine.