Li Artemêtanê komkujî hat protestokirin
Li navçeya Wan Artemêtanê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê ciwan daketin kolanan, lê belê ji ber êrîşa polîsên Tirk pevçûn derket.
Li navçeya Wan Artemêtanê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê ciwan daketin kolanan, lê belê ji ber êrîşa polîsên Tirk pevçûn derket.
Ciwanên li kolana Veysel Karanî ya taxa Şehîd Firat a navçeya Artemêtanê li hev kom bûn, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.
Ciwanan bend danîn ser rê, agir dadan û qirûşmên "Bijî Serok Apo", "Tolhildan tolhildan", "Kujer DAIŞ hevkar AKP", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "ciwan berê xwe bidin eniyê", "dewleta kujer wê hesap bide" qîriyan.
Lê belê polîsên Tirk bi dehan maşînên zirxî û TOMA'yan êrîşî ciwanan kirin. Li hemberî êrîşa bi ava şid û bombeyên gazê ya polîsên Tirk, ciwanan bi kevir, fîşekên hewayî, bombeya deng û molotofkokteylan bersiv dan.
Di dema pevçûnê de TOMA ketin hundirê xendeka li kêleka rê ji bo lûleya gazê hatibû kolandin û wergeriya. Ji bo rizgarkirina TOMA'yê polîsan bi maşînên zirxî dor li tevahiya kolanan girtin û heqaret li gel kirin.
Polîsan her wiha bombeyên gazê li derdorê reşandin û camên xaniyan şikandin. Ji ber bombeyên gazê jin, zarok û mirovên extiyar ji ser hişê xwe çûn.
Piştî ku polîsan xwe ji taxê vekişandin, pevçûn bi dawî bû.