Li Amedê zarokek bi tifenga nêçîrê hate kuştin

Li Amedê zarokek bi tifenga nêçîrê hate kuştin

Li navçeya Kayapinar ya navend Amedê, kesê ku kafeya înternetê dixebitand di encama teqîna tifenga di destê wî de bû sedema mirina zarokekê.

Li gorî agahiyên hatine girtin, Mehmet G. (22) ku kafeya înternetê ya binavê Gokkuşagi ya li ser rêya Sitki Goral, xwest zarokê binavê Ramazan Îpke (15) bi tifenga nêçîrê bitirsîne û biterikîne. Di vê navberê de çek teqiya û di encama teqîna tifengê de seçmeyên ji tifenga nêçîrê derketî bi zarokê Îbrahîm Ergîl (12) ket.

Ergîlê giran birîndar bû rakirin nexweşxaneya Genesîs ya Taybet lê li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin.