Li Amedê dê biboneya 28'mîn salvegera 15'ê Tebaxa 1984'an dê şahiyek bê lidarxistin. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut anî ziman ku, dê îsal di pîrozbahiya 15'ê Texabê de serkeftin û şahiyên kurdan bikin yek.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê biboneya 28'emîn salvegera 15'ê Tebaxa 1984'an ku gula yekemîn li Dih û Şemzinanê hate avêtin li Amedê şahiyekê pêk tîne. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut anî ziman ku, 15'ê tebaxê ji bo gelê Kurd rojek girînge û dê di 15'ê tebaxê de hem li Amedê û hem li hemû bajarên kurdan bi coşek mezin pîroz bikin.
Zumrut da zanîn ku, ew dê di şahiyê 15'ê tebaxê de şahiyên kurdên vir û Sûriyeyê bikin yek û bikin sala çareseriyê.