Li Amedê teqîn: 2 leşker mirin

Li Amedê teqîn: 2 leşker mirin

Li navçeya Licê ya Amedê di encama teqîna di dema derbasbûna maşîneya leşkerî de berbazek (astsubay) û leşkerek mirin, 2 leşker birîndar bûn.

Bûyer saet di 07.00 de qewimî. Hat ragihandin ku di dema wesayîta leşkerî ya li ser rêya di navbera navenda navçeya Licê û Fermandarıya Tûgaya Ewlekariyê de derbas dibû de teqînek pêk hat. Di encamê de 1 jê berbaz, 2 leşker mirin, 2 jî birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneyê.

Di heman saet de li ser rêya Licê-Çewlik teqînek pêk hat, lê hat diyarkirin ku tu kuştî û birîndar çênebûne.