Li Amedê serpelek hate kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên ku mabeyna Pira Zeynê û Gundê Temira yên girêdayî navçeya Pasûr a Amedê derketibûn operasyonê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 4 leşker mirin, yek jê serpel e; 4 leşker û 3 cerdevan jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîlayan ku her diçe berbelav dibe, daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku 8’ê Tebaxê artêşa TC li qada Şehîd Kawa ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê bi desteka cerdevanan operasyonek dabû destpêkirin û wiha got; “9’ê Tebaxê piştî bi obus û hewanan qad bombe kir, dijmin hewl da ji bejahiyê bi pêş ve biçe. Hêzên gerîlayên me  saet 19.00’an li dijî dijmin çalakiyek li dar xistin. Hêzên me baskekî operasyonê yê mabeyna gundên Pira Zeynê û Gundê Temîra yê girêdayî Pasûr a Amedê xistin kontorlê û lê dan, 4 leşker kuştin ku yek jê serpel e; 4 leşker û 3 cerdevan jî birîndar bûn.”

HPG’ê têkîldarî çalakiyan ev agahî parve kirin:

“10’ê Tebaxê artêşa TC bi helîkopterên Kobra ve bi awayekî giran çolterên gundên  Beşirtê, Metmurê, Derıkê, Bamıtnê, Reşanê, Dehla Gurê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê û Mala Çalê, Mala Gır, Hındês, Cumatê, Şêlıma yên girêdayî Farqînê û Godernê, Sehtê, Beytülbeyan, Barınê, Temıra, Pıra Zeynê yên girêdayî Pasûrê bombe kirin, her wiha bomberdûman bi obusan jî pêk hatine. Ev operasyona roja 11’ê Tebaxê bêencam vekişiyaye.

11’ê Tebaxê hêzên gerîlayên me li rêya navbera Amed-Hênê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Di vê çalakiyê de kamyoneke ku ji qereqolê re malzeme dibir hate rawestandin û kamyon hate şewitandin. Ajokarê vê kamyonê jî piştî hişyariyê hate berdan. Danê êvarî saet 22.00’an û saet 02.00’an, helîkopterên bi tîpa Kobra li qada çalakiyê dan.

LI ELBAKÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Xebat Aktepe de hêzên me 12’ê Tebaxê saet 18.30’an li dijî leşkerên qereqola Bibanê ya li qada Şerefhan a girêdayî navçeya Elbak a Wanê ku xendek dikolan, çalakiyek li dar xistin. Hêzên me bi çekên ferdî û navîn li leşkeran dan, li vir 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, qereqola Bibanê qadên derdora xwe bi obus, hewan û tankan bombe kirin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên sivîl rakirin nexweşxaneyê.

MAŞÎNEYÊN KAR HATIN HEDEFKIRIN

12’ê Tebaxê saet 07.50’an hêzên me li hember leşkerên mabeyna girê Marûka û qereqola Êrîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ku rê çêdikirin, çalakî li dar xistin. Li vir kepçeyek hate derbkirin; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê, qereqolên derdorê, girê Xeregol û qûntarê wê bi obusan bombe kirin.

KONTRAYEK HATE KUŞTIN

12’ê Tebaxê saet 16.00’an, hêzên me di navbera Şirnex-Elkê de rê kontrol kirine. Li vir wesayîta kesê bi navê Fîkret Adiyaman ku Serokê Şaxa Ciwanan a AKP’a gundê Çeman e û li vir bi AKP û dewletê re hevkariyê dike, hate şewitandin. Saet 17.00’an cerdevanên eşîra Jîrkiyan û leşker hatin cihê bûyerê û gule li tîma gerîlayan reşandin. Tevî ku tîma me ya gerîla hessas nêz bû û bi çekên ferdî tenê leşker kirin hedef jî cihê bûyerê veguheriye qada şer. Di vî şerî de kontrayek hate kuştin; cerdevanek jî birîndar bû. Fîkret Adiyaman jî ji hêla hêzên me ve hatiye girtin. Piştî şer, cerdevan û leşkeran li çoltera gundê Germavê dest bi operasyonê kirin.  Di navbera hêzên me û dijmin de cih bi cih şer diqewime. Detayên têkîldarî bûyerê her ku werin wê bi raya giştî re bên parvekirin.”