Li tevahiya Tirkiyeyê kopya di Ezmûnên Hilbijêr ya Personelên Gelemperî de hatî kirin tê nîqaşkirin, xwediyê Dersxaneya Zanîstê ya li Amedê got; “Kesên nasnameya wan nediyar beriya ezmûnê 12 rojan li dersxaneyan digeriyan û pirs bi 25 hezar TL’yî difirotin.”
Roja Yekşemê di ezmûna tayînkirinên KPSS yên Grûba B de ji ber sedema kopya hatiye kirin piştî operasyonên li çend bajaran, derket holê ku li Amedê beriya ezmûnê 12 rojan pirs û bersiv hatine firotin.
Xwediyê Dersxaneya Zanistê Tayîp Hanas ji ANF’ê re axivî û got, kesên ku nasnameya wan nezanî serdana wî kirine û xwestin pirsên ezmûnan bi 25 hezar TL’yî bifiroşin.
Hasan bilêv kir ku, endamên çeteyê beriya dîroka ezmûnan serdana dersxaneyan kirine û got; “Ketin nava hewildanên peydakirina xwendekarên ku bikarin pere bidin, her wiha yek ji wan endamên çeteyê jî serdana min kiriye.” Hanas aşkera kir;“Ger kesên ku ji min bawer bikin hebin, ew dikarin pirsan bi 25 hezar TL’yan bifiroşin. Gotin kesên ku peredayînê dipejirînin, ew dê pere teslîmî kesekî ku her du alî jî jê bawer dikin, bikin û şeva beriya ezmûnê ew dê li malekê bêne cem hev, wê 120 pirs û bersivan jiber bikin, her wiha bi tu awayî telefonan bikar naynin. Di sibeha ezmûnê de jî kesên heman komê dê wan kesan bi wesayîtên xwe bibin ezmûnê, piştî ezmûnê ger ezmûn baş derbaz bû, dê li kesê baweriyê yê pere dayînê bigerin dê jêre bêjin ‘ezmûn baş derbaz bû’ û piştre dê pere teslîm bigirin.”
Hanas diyarkir ku, wî ev yek qebûl nekir, bi vî awayî gelek pirs û bersiv firotine gelek kesan. Hanas anî ziman ku, ger dozgerî lêpirsînê veke ew dê bibe şahid.
Li aliyê din hat hînbûn ku, beriya ezmûnan pirs û bersiv bihayê 25 hezar TL firotine gelek kesan. Mamostayekî din jî ku nexwest navê xwe aşkera bike ji ANF’ê re axivî û got; “Ji heman malbatê 17 kesan 425 hezar TL daye û pirs û bersivên ezmûnê girtine.”
Mamostayê nexwest navê xwe aşkera bike îdîa kir ku, li Amedê 17 kesên ji malbata Şêx ku nêzî AKP’ê ne di nava wan de jinên male, xwendekar û memûr jî heyî ketinê ezmûnê, piştî ku encamên ezmûnan hatin aşkera kirin ez kesane dê li ser 90’î re pûanan bînin.