Hate zanîn ku li hemberî avahiya PTT'ê ya li Navçeya Rezan ya Amedê êrîşekî molotofî pêk hatiye.
Li Navçeya Rezan ya Amedê duh êvarî li hemberî avahiya PTT'ê êrîşekî molotofkokteylî ku ji aliyê 2 kesên rûyên wan girtîbû, pêk hat. Di encama êrîşê de zerarên can û mal çênebû. Piştî êrîşê polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kir.