Duh şev li dijî du marketên BÎM yên li navçeyê Yenîşehîr û Rezana Amedê êrîşa molotofî pêkhat.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar bi molotofan êrîşî du marketên BÎM yên liherêmên cûda kirine. Di êrîşan de li marketan zirarên aborî rûdan her wiha polîsan di derbarê çalakiyan lêpirsîn da destpêkirin.