Li Amedê kes yan kesên nasnameya wan nediyar bombeyên deng avêtin 6 noqteyan, li dijî wesayîtek ya polîsan ya dewriye digeriya jî êrîşa molotofî pêkhat. Di êrîşan de windahiya can û birîndar çênebûne, lê belê zirarên aborî rûdan.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh şev ji aliyê kes yan kesên nasnameya wan nediyar, 6 bombeyên deng avêtin herêmên cûda. Bombeyek ya deng avêtin navenda kirîn û firotina li TOKÎ ya Seyrantepeyê ya li navçeya Yenîşehîrê, yek avêtin wesayîta di tevgerê de ya li ser rêya Farqînê, yek avêt ber îstasyona benzene ya li ser rêya Elazîxê, yek avêt dîwarê derve yê 7’mîn Fermandariya Kolordûyê, yek avêtin Mala Piştgiriya Jinê ya Qeymeqamtiya Sûr ya li Kolana Muallak li ser rêy aGaziya navçeya Sûrê û yek din jî avêtin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê ya li 327’mîn Kolana Taxa Dîcle ya navçeya Sûrê. Bombeyên deng yên bi dengek mezin teqiyan û rê li panîkê vekir, lê di teqîna de windahiya can çênebûn. Di êrîşan de di wesayîta tevgerê de û di Mala Piştgiriya Jinê ya Qeymeqamtiya Sûrê de zirara aborî rû da. Piştî êrîşên bombeyên deng yekîneyên polîsan hatin cihê bûyerê û xebatên girtina êrîşkaran dan destpêkirin.
Li aliyê din li dijî wesayîtekî fermî ya polîsan ya li ser rêya Emek ya navçeya Rezanê, 5 kesên rûyê wan girtî bi molotofan êrîş pêkanî. Molotofên avêtin ji wesayîtê negirtin û windahiyên can çênebûn. Êrîşkar ji tarîtiya şevê sûd dîtin û reviyan. Ji bo girtina êrîşkaran li herêmê xebat hate destpêkirin.