Li Amedê li hember polîsên Ford Rangerê çalakî
Hate hînbûn ku pêr li Amedê li hember yekîneyên polîsan ên bi Ford Rangerê digerin çalakî hatiye lidarxistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de mirî û birîndar hene.

Hate hînbûn ku 21’ê Sibatê li Amedê li hember polîs û hin kargehan du çalakî hatin lidarxistin. Li Taxa Peyas a girêdayî navçeya Kayapinarê li hember yekîneyên polîsan hat lidarxistin. Çalakiya danê êvarî hat lidarxistin, “Tîma Şehîdên Sûrê” ya girêdayî “Tûgaya Tolhildanê ya Şehîd Botan Şoreş” li dar xistiye.
Di çalakiya li dijî polîsên 2 Ford Rangeran de hat hînbûn ku mirî û birîndar hene. Di çalakiyê de wesayîtên navborî jî hatin derbkirin.
Piştî çalakiyê, endamên “Tîma Şehîdên Sûrê” vekişiyan, polîsên rastî êrîşê hatin jî mirî û birîndarên xwe girtin û ji qadê dûr ketin.
Çalakiya duyem jî dîsa di heman rojê li Taxa Hûzûrevlerî pêk hat. Di encama çalakiya ji aliyê “Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rêzan Kaya” li hember dersxaneya FEM’ê û şaxek marketa bi navê 101 hat lidarxistin de di navnîşanên navborî de xisarek mezin a madî çêbû.