Li Amedê kesek hate binçavkirin

Li Amedê kesek hate binçavkirin

Li navçeya Rezan a Amedê di serdagirtina malekê de welatiyê bi navê Musa Çîçek hate binçavkirin.

Yekîneyên polîsan serê sibê li taxa Mevlana Halîtê ya Rezan a Amedê bi ser malekê de girtin. Piştî lêgerînê welatiyê bi navê Musa Çîçek hate binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehate zanîn û Çîçek birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Li aliyê din Berdevka Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Amedê Nezahat Ulker a ku rojên borî hate binçavkirin piştî karên îfadeyan serbest hate berdan.