Kargeha Tutinê ya li Amedê jî veguherî Saziya Înfazê ya Girtîgeha Servekirî. Ev girtîgeh bi awayeke bê deng û pêjin kirin girtîgeh û dest bi anîna mehkûmên nû ji bo vê girtîgehê hate kirin. Bi vî awayî hejmara girtîgehên li Amedê bû 8.
Serokwezîrê Tirk, Recep Tayyîp Erdogan, di 3’yê îlona 2010 de li Qada Îstasyonê xîtabê gel kir û “mizgîniya” girtîgehek nû ji bo Amedê da û heta niha ev girtîgeh tê çêkirin. Piştî girtîgeha Tîpa D a bi Ewlekariya Bilind a li navçeya Kayapinarê, vê carê girtîgehek nû di nava sînorê navçeyê de hate avakirin. Dê di nava vê girtîgeha li ser 413 donum erd hate vakirin de 5 girtîgehên zarok, gihiştî û jinan hebin.
Ev girîgeh piştî girtîgeha Sîlîvrîyê girtîgeha herî mezin a Tirkiyeyê ye û ji bo avakirina wê 100 milyon Tl hatiye veqetandin û tê payîn ku girtîgeh di 2014 de were vekirin.
Heta niha avakirina vê girtîgeh berdewam dike, li Amedê girtîgehek bi awayeke bê deng û pêjin xistin dewrê. Cihê ku demek dirêj ji weke kargeha tutinê dihat karanîn û beriya 3 salan hat girtin, beşek mezin a wê veguherandina Saziya Înfazê ya Girtîgeha Servekirî.
Dest bi anîna mekhûman bo vê girtîgehê hate kirin û hundirê kargehê jî li gorî ewlehiya girtîgehan hate dîzaynkirin.
DIKARÎ JI BO 12 HEZAR KESÎ BIBE ÎSTÎDAHM
Piştî girtina vê kargeha tutinê, Komeleya Karsazên Tekstîlvanên Amedê (DÎTÎAD) daxuyaniyek da û diyar kir ku ger ev kargeh bidin wana ew ê ji b12 hezar kesan li vir kar peyda bikin.
Serokê Desteya Rêveberiya DÎTÎAD’ê Kemal Yucel di daxuyaniya 26’ê tebaxa 2011 de da de diyar kir ku pembûya herî bi kalîte li Amedê tê hilberandin û diyar kir ku ew daxwaza kargeha tutinê ya li Kayapinarê ya nayê karanîn dikin.
Ajansa Geşedanê ya Karacadagê ya ku navenda wê li Amedê ye jî di tebaxa sala par de raporek amade kir û aşkere kir ku mirov dikare kargeha tutinê ya ku hate girtin, weke cihê tesktîlê bi kar bîne.
LI AMEDÊ 8 GIRTÎGEH
Yekem girtîgeha li Amedê tê nasîn 1839, ji aliyê Osomaniya ve li Keleha hundir hat avakirin. Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê di salên 1980’yan de bû yek ji girtîgehên herî xirab ên cîhanê, demek dirêj ji bo girtiyên siyasî hate karanîn. Di sala 1988’ê de Fermandariya Rêveberiya Awerte ya wê demê ev girtîgeh dewrê Wezareta Dadê kir.
Piştre jî Girtîgeha Tîpa D a bi Ewlehiya Bilind li navçeya Kayapinarê ket dewrê û gelek girtî û mehkûm di vê girtîgehê de hatin bicihkirin.
Piştî ku Girtîgeha Tîpa D têrê nekir, bi fermana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Kayapinarê girtîgehek nû hate avakirin û heta niha berdewam dike. Piştî girtîgeha Tîpa D a bi Ewlekariya Bilind a li navçeya Kayapinarê, vê carê girtîgehek nû di nava sînorê navçeyê de hate avakirin. Dê di nava vê girtîgeha li ser 413 donum erd hate vakirin de 5 girtîgehên zarok, gihiştî û jinan hebin.