Li Amedê di êrişa çekdarî de zarkokî 16 salî mir

Li Amedê di êrişa çekdarî de zarkokî 16 salî mir

Li Amedê bi îdîaya ku du zarokan dê hewildaban ji otomobîlê diziya bikin, ji aliyê kesekî nasnameya wî nehatî zanîn be bi tifenga pompe gule lêbarandin. Di bûyerê de zarokê 16 salî Baran Turk jiyana xwe ji dest da, M.E yê 14 salî jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di bûyera ku serê sibehê li Taxa Peyas ya navçeya Kayapinarê rû dayî, li gorî îdîayê kesekê ku dît Baran Turk û M.E di otomobîlê de hewil didin diziya bikin, ket pey zaroka û pişt re jî bi tifinga pompe gule lê barandin.

Hemwelatiyên ku li ser dengê çekan derketin derve, du zarokên dinava xudê de mayîn lie erdê dîtin, xeber dan polis û 112 Serwîsa Lezgîn. Yekîneyên Tenduristiyê li cihê bûyerê mudaxeleyî zarokan kir, Baran Turk li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, M.E jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê. Hat ragihandin ku, rewşa M.E di xeterê de ye.