Li Amedê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqîn

Li Amedê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqîn

Li Amedê di navbera Hêne û Lîceyê de dema wesayîta zirxî ya polîsan derbaz dibû teqînekê rû da.

Li gorî agahiyan, wesayîta zirxî ya polîsan ‘akrep’ ku 2 kîlometre nêzî Qereqola Cendirmeyan ya Dûrû ya navbera Hêne-Lîceyê de dema derbaz dibû teqînê rû da. Hate îdîakirin ku, di teqînê de windahiya can çênebûye, wesayîta zirxî jî zirar dît.

Di lêgerîna piştî teqînê de, hate diyarkirin ku bombeya duwem ya ji teqînê re amade dîtine û îmha kirine.