Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li navçeya Sûrê ya Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin.

Li gundê Elîbardaxê yê navçeya Sûrê ya Amedê cenazeyê jineke navê wê nehat zanîn hat dîtin. Dema şivan li derdora gund pez diçerand rastî cenazeyê jinekê hat. Piştî ku gundiyan agahî dan cendirmeyan ekîbên lêkolîna cihê bûyerê hatin, hatin cihê ku cenaze lê û lêkolîn kirin. Li gorî agahiyên ji cendirmeyên li cihê bûyerê hatin girtin, cenazeyê jina hatî dîtin temenê wê di navbera 25-30 saliyê de ye û bi du gule li serê wê hatine xistin hatiye kuştin.

Li cihê bûyerê şopa tekereyên wesayîtekê hebûn û nasnameya jina tê gotin hatiye qetilkirin nehat zanîn. Balkêş bû ku li ser cenaze ti texrîbat tinebû, kinc û amûrên wê yên din hemû li ser bûn. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Seleheddîn Eyyûbî ya Amedê.