Li Amedê cenazeyê gêrîlayan hatin pêşwazîkirin

Li Amedê cenazeyê gêrîlayan hatin pêşwazîkirin

Cenazeyê 4 gêrîlayên li naçveya Hezexê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan li Amed û Erxaniyê bi slogana "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin.

Malbatên 4 gêrîlayên HPG'ê yên di peçvûna li bejahiya navçeya Hezexê ya Şirnex jiyana xwe ji dest dan hatin Meletî û cenaze teşhîs kirin. Malbatan cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Nebî Sinir (Kawa Amed), Reşat Arî (Kamuran Penaber), Abdulganî Bulut (Rêber Bagok) û Selman Elîş (Karker Cîgerxwîn) ji Morga Tipa Edlî ya Meletî girtin û derxistin rê. Cenazeyên gêrîlayan li ber avahiya BDP'ê ya Erxaniyê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Girseya di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erxaniyê Mehmet Yergîn, Şaredarê Erxaniyê Fesîh Yalçin jî heye cenaze bi sloganên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî serok Apo" pêşwazî kirin. Pişt re cenaze bikarwaneke qelebalix ber bi Amedê ve derxistin rê. Li Amedê jî cenaze li ketina Şiblê bi tevlîbûna parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Demîr Çelîk, Ozdal Uçer, Adîl Kurt, rêveberên BDP û MEYADER û gelek welatiyan hatin pêşwazîkirin.

Polîsan ji ber ewlehiyê cenaze nêzî nîv demjimêr dan sekinandin. Di vê navberê de di navbera wekîl û polîsan de nîqaş derket. Piştî nîqaşan cenazeyê gêrîla Rêber Bagok ji Nisêbînê, cenazeyê Kamûran Penaber ji Serêkaniyê û cenazeyê Karker Cigerxwîn jî ji Şemrexê re derxistin rê. Cenazeyê gêrîla Kawa Amed jî li goristana Yenîkoyê dê bê definkirin.