Li Amedê berxwedana dîrokî!

Li Amedê berxwedana dîrokî!

Di bûyerên rewşa awert e ya îro li Amedê qewimîn de,polîsên rejîma AKP'ê bi awayeke dijwar êrîş kirin û di encamê de gelek kes birîndar bûn. Girseyê jî bersiv da hemû êrîşên polîsan û polîsan yekser parlementerên BDP'ê kirin hedef. Di encamê de 3 parlementer berîndar bûn û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî rakirin nexweşxaneyê. Tevî 2 nûçegihanên DÎHA'yê bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li Amedê îro rewşek awerte heye û her derên bajêr bûn qada şer. Li hemberî hemû êrîşên bi hezaran polîsên ji derveyê Amedê anîbûn, hat diyarkirin ku BDP û KCD ketin Qada Îstasyonê. Di encama pevçûnan de bi dehan kes hatin binçavkirin.

3 PARLEMENTER BIRÎNDAR BÛN

Parlementera BDP'ê ya Îdîrê Pervîn Bûldan di encama bombeya gazê ya li hingê wê ket de birîndar bû. Parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata û Mulkiye Bîrtane, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr birîndar bûn. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş û parlementer Ozdal Uçer li rastî êrîşa bi bombeyên gazê hatin.

Bi hezaran kes ber bi qada Îstasyonê ve dest bi meşê kirin. Polîsan du caran êrîşê girseya li ser Şeqama Ekîncîlerê kirin. Girse bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo” diqêrin.

Polîsên Tirk bi awayeke dijwar bi bombeyên gazê êrîş dikin. Li gelek cihan polîsên Tirk neçar man ku bendên xwe ji ber berxwedana gel rabikin. Rageşiya li Semta Ofîsê jî berdewam dikin.

Girseya ji navenda navçeya Yenîşehîrê diçûn Qada Îstasyonê, li ser Şeqama Gervanê li rastî êrîşê hatin. Girse bi keviran bersiv dide êrîşa polîsan pevçûnên li kolanan berdewam dike. Herêm di nava dumana bombeyên gazê de maye.

Rêya li nêzî Koşuyoluyê jî li trafîkê hate girtin. Girse bê navber dirûşimên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diqîre û ragihandin ku ew ê heta azadiya Ocalan çalakî li dar bixin. Komê bend danê ser rê û rê li trafîkê girtin.

Bi hezaran kes ji Sumerparkê ber bi Qada îstasyonê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Berxwedan Jiyan e” hatin qêrîn. Di encama êrîşan de du kes birîndar bûn. Her du kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Girseya Parlementerên BDP’ê Ayla Akat Ata, Sirri Sakik û Îdrîs Baluken jî di nav de bû li navçeya Sûrê jî dixwest biçe Qada Îstasyonê li rastî êrîşê hatin. Wesayîta TOMA’yê Akat Ata kir hedev û li erdê ket had diyarkirin ku Ata birîndar bûye.

Girseya tevî Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, parlementerên BDP’ê, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr bi hezaran kes ketin qadê. Li wir li rastî êrîşa dijwar a polîsan hatin.

ONDER: EM DAKETIN QADÊ BILA HEMÛ KES BIZANEZE

Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder kut evli weşana Nûçe TV bû, got, “Em daketin Qada Îstasyonê” Onder destnîşan kir ku polîsan ew kirine armanc û êrîş li wan kirine. Onder wiha axivî: “Hemû cure çekên xwe ên nû li hemberî me ceribandin” Onder destnîşan kir ku Parlamenter Mulkiye Bîrtane jî di encama van êrîşan de birîndar bûye.

ÊRÎŞÎ MIZGEFTÊ KIRIN

Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî da zanîn ku polîsan êrîş li girseya ji mizgeftê derdikeft kiriye û parlamenterên BDP’ê hewl dane girseya li mizgeftê derxin der. Kurkçu di axaftina xwe de da zanîn ku wekî Birtane Parlamenter Pervin Buldan jî di encama êrîşa polîsan de birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Kurkçu, diyar kir ku dîktatoriya Erdogan li hemberî nûnerên gel êrîş pêkaniyê.

BAYDEMÎR JÎ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ

Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji xwe çû û rakirin nexweşxaneyê, hat ragihandin kul i Îstasyon, Rezan, û Ofîsê gelek kes birîndar bûne.

Polîsan li hemberî girseya ku aliyê Korxeta navçeya Rezan ve dest bi meşê kirin, rastî êrişa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Girseyê jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Li taxê ku vegeriyaye qada şer, dorpêçkirina polîsan didome. Di vê navberê de hat destnîşan kirin kul i taxê firinên nan û avahiyen welatiyan bûne armanca bombeyên gazê yên polîsan.

Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcle DÎHA’yê Mahsûm Saglik û Mehmet Begum ava ji ser Şeqama Ekîncîlerê dihatin buroyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nûçegihanên DÎHA’yê ku ji bo şopandina mitînga “Jib o Azadiyê Berxwedana Demokratîk” a Amedê çûbûn, ji aliyê polîsan ve htin binçavkirin.Polîsan destên nûçegihanan danîn ser pişta wan û bi maulemeyên xirab ew binçav kirin.

DI BINÇAVAN DE ÎŞKENCE

Nûçegihanê ANF'ê ragihand ku li nêzî Îstasyona Şehîtlîk Petrolê sê kesên ji Bedlîsê li rastî lêdana dijwar a polîsan hatin û hatin binçavkirin. Kesên bi navê Yuksel Toraman û Ubeydullah û Zekî yên ku paşnavên wan nehatin zanîn ji aliyê polîsan ve li kolanan hatin îşkencekirin û piştre binçavkirin.

ÊRÎŞÊ ZAROKÊN 8 SALÎ KIRIN

Li ger avahiya Yenîşehîrê ya BDP'ê bombeya gazê li wesayîtekê ket. Nûçegihanek din ê ANF'ê ragihand ku li Kolana Sanatê 5-6 polîsan bi hev re êrîşê zarokek 8 salî kirin.