15’ê Tebaxê bi serdegirtina Şemzînan û Dihê ku dîroka destpêkirina tekoşîna çekdarî ya PKK’ê ye, ji ber vê sedemê weke li hemû herêman li Amedê jî polîs ketin alarimê. Bi destûra lêgerîna hefteyekê dê li hemû rêyên erdê yên têne Amedê noqteyên polîsan bên danîn û wesayît quncik quncik bên lêgerîn.
Ji ber sedema salvegera 15’ê Tebaxê weke li hemû herêman li Amedê jî polîs ketin alarimê. Bi destûra ku ji dadgehê hatiye standin, piştî lêgerînên mal, cihê kar, wesayît û lêgerîna li ser bedenê, polîsên ku ev hefteyeke kontrol zêdekirine dê li hemû rêyên tên Amedê, Amed-Elazix, Amed-Riha, Amed-Çewlik û Amed-Mêrdîn noqteyên lêgerînê yên polîsan bên danîn û dê wesayîtan quncik quncik lêbigerin her wiha dê lêgerîna bedenê jî bikin.
Di çarçoveya pêkanînan de wesayîtên zirxî li navend û duriyanên diyar yên bajar hatin bicih kirin. Hate ragihandin ku, destûra polîsan heya roja Înê hatin rakirin.