Piştî ji bo mitînga 14’ê Tîrmehê ya ku dê di 14’ê tîrmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ji aliyê KCD û BDP’ê ve bê lidarxistin, destûr nehat dayîn, polîs û leşkerên li navenda Amedê, navçeyên wê û bajarên derdorê zend û bedan badan. Ji 11 bajaran gelek wesayîtên zirxtî û hejmarek zêde ya polîsan ji bo Amedê hatin veguhestin û hemû destûrên polîsan ên ji bo bêhndanê hatin betalkirin.
Piştî BDP û KCD’ê ragihandin ku ew ê li hemberî qedexeya mitîngê î li dar bixin, bi beşdariya walîtî, midûrieyta emniyet, îstîxbarat û cendirme li hev civiyan.
Di civînê de hat diyarkirin ku dê ji 11 bajaran gelek wesayîtên zirxtî û hejmarek zêde ya polîsan ji bo Amedê hatin veguhestin û hemû destûrên polîsan ên ji bo bêhndanê hatin betalkirin.
Bi daxwaza Walîtiya Amedê dê ji Meletiya,Xarpêt, Edene, Tokat, Qeyserî, Riha û Dîlokê dê gelek polsî û hzêên çevîk bînin Amedê.