Li Amedê 3 kes hatin binçavkirin

Li Amedê 3 kes hatin binçavkirin

Li Amedê polîsan 2 roj beriya niha wesayîta ku bi hinceta tê de bombe heye da rawestandin 3 kesên di wesayîtê de bûn girtin binçavan.

Li Amedê 11'yê Hezîranê polîsên ku li ser îxbarekê kontrola rê kirin 3 kesên di wesayîtekê de bûn xistin binçavan. Hat hînbûn ku H.A. û 2 kesên ku navên wan nehatin hînbûn birin midûriyeta polîsan a bajêr. Hat ragihandin ku kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceya polîsan hatin. Dozger jî ji bo dosyayê biryara nepeniyê da. Ji bo dema binçavkirina 3 kesan dê dema pêvek bê xwestin.